Çend gotinan dinivîse:(((Helbestvan: Bavê Ronî)))

Çend gotinan dinivîse
Dibêje ez helbestvan im
Helbest ne bes nivîs e
Tu dizanî û ez dizanim

Berheman werdigerîne
Qaşo bûye helbestvan
Li hin malperên digerîne
Diziyê dike li ber çavan

Jixwe hin jê bawer in
Ji ber ku mîna wî ne
Xelkîno de ka werin
kî bi aqil e, û kî jî dîne

Ez qet nabim matmayî
Mîna van kesan pir in
Keda zana ma windayî
Hin berx in, hin jî gur in

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ