
Vegere
Ez qurban
Vegere….
Ma tu li hêviya çiyî…?
Sal jî çû..
Ka ew buhara
Te konê ḧezkirina xwe
Di paxilê min de
Vegirtibû…?..
Hestiyên min
Kiribû stûn.
Her te pala xwe didayê
Bayî biskên te
Lê digerand..
ji rizandinê
Hew ditirsiyan.
Te koçeriya xwe
Di newal û nehêlên
Dilê min de kir….
Dengê te
Bilûra ku evîniya te
Di hestên min de
Dilivand.
Bînahiya çavên min
Te ji xwe re kiribû
Çavnêr û parasvan..
……….
Hema wilo….!
Bê oẍirî.
Te konê koçeriya xwe
Barkir û
Te her tişt bir û tu çûyî
Te hestiyên min
Ji rizandinê re hişt
Çima…..Evîn…!?
Çima evînî wiha
Li cem te erzane…?
Ji kul û derd û
Êşa bendîmayinê pê ve
Li dû xwe ji min re nehişt..
…..
Kezeba min…
Her min dilê xwe diguvaşt
Dengê kenê te jê dihat
Çima her roj
Tu kezeba min
Bi bê dengiya xwe
Di sojîne…?
…..
Îdî vegere…!!
Ma qey buhara te ne hat..!?
Were konê xwe vegre
Her hestên min
Tev li giyan
Bike qurban ji xwe re
Tenê vegere
21/2/2018
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
