
Gotinek
Gotinek mîna sitrîyekê
Di gewriya min de maye
Ne min dikuje ne dihêle
Xweziya min bi mirinê tîne
Û min nakuje
Gotinek mîna dîwarekî
Ku min bi destê xwe lêkiribû
Bi ser min de dikeve
Hîn ez bi sîya wê şanebûbûm
Ez li çolan hiştim
Gotinek mîna cilekî qetyayî
Min ji xwe re dirûtibû
Beriya ez pê şabibim qetiya
Ez kirim çîroka devê herkesî
Yên bi xewna min zanîbûn
Gotinek mîna darekê
Min bi destê xwe çandibû
Ji qurim de hat xwar
Bû şiva şikenca min
Beriya ez av bidim
Helwestên di tengayê de
Gotina gul bû sitrî
Dîwar hat xwarê
Ez bê cil mam
Dar jî hişk bû
Ez giştim
Dîwar hene ji ber min naçin
Cil hene xwe ji min bernadin
Dar hene ku nayên xwar
Gotin hene nayên gotin
Ez nû gihiştim
Gotina hey hevalê min
Ji her kesî re nayê gotin
