Hardy çavên te:(((Helbestvan:Diya Raman)))

‏Herdû çavên te buharin
‏Buhareke rengîne
‏Enya te jêdera heyvêye
‏Heyva çarde
‏Rûkê te nanê tenûrê ye
‏Dêm ji hinarê xelatêne
‏Lê feleka xayîn dilovanî li te
‏nekir te da ber
‏Qehr û kina xwe
‏Te şerpeze kir
‏ penaber kir
‏Bê cî û war kir te dûrî
‏Welat kir
‏Û li ber deriya maye
‏Neçar û bêçar

‏Diya Raman

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ