
Jina kurd
P : //-/ //-/
-Darek biber her bişkuvî
Rengîn buhar dil gulgulî
-Dilsoz piyar rûgeş timî
Hêjaye ew taca serî
-Rewşen û roj heyv û sitêr
Find û fener şewq, jê derî
-Himbêz buhşt jê afirî
Misk û gulav û ‘enberî
-Dastan e jin ber jor firî
Dîrok e ew rûpel sipî
-Qîza delal hevjîn û xweh
Dayka buha bask û perî
-Mafê rewa kurdo bidê
Serbest bera aza bijî
-Bê wê jiyan bêreng û çêj
Xemgîn hejar tarî,reşî
-Bejnek bilind kurdperwerî
Kar û xebat û bawerî
-Mîna jina kurd qet ne dît
Kanyek zelal deryak xweşî
Ridwan Yûsif
Hesekê
