AYETA EŞQÊ:((( HELBESTVAN:RIDWAN YÛSIF))

Ayeta eşqê

P : /-// /-// /-/

-Ayeta eşqê dilêm ezber kirî
Kaniyek şêrîn rewan dil der kirî

-Bûye yezdana evînê dilberê
Dîl e dildarê te dilazar kirî

-Ber siya dara evîna dilberê
Bêmirad, derwêş e dil sêdar kirî

-Bûme Mecnûn, dîn li çola dilberê
Bêguneh serxewşş e dil bêwar kirî

-Ko gunehkar bim bi eşqa dilberê
Ez bikim sed qam nimêj dildar kirî

-Gul, şilêr,nêrgiz binefş ax dilberê
Çilmisîn tev bêbuhar,dil pîr kirî

-Kil dikim çava bi şînê dilberê
Hest dikin hawar keser,dilzar kirî

-Bûm şivan her şev li benda dilberê
Xewn li pê xewnê di dît dil par kirî

-Min jimart çend car sitêr bo dilberê
Lê nehat carek tenê, dilsar kirî

-Ayeta eşqê guhartin dilberê
Yan bi şaşî min dixwand dil seyr kirî

-Ser xelat,sîpan û cûdî dilberê
Ayeta eşqa te dil jîndar kirî

-Ber ferat, dicla û xabûr dilberê
Xumexum awaz û saz dilter kirî

-Her bikim fîxan li baxê dilberê
Bilbilek aşiq dinal diljar kirî

-Hezkirin bext û qeder ax dilberê
Wê li ser sozê be dilbawer kirî

Ridwan Yûsif
Hesekê

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ