
TÎP Û HEVOK
Min dane ber hev peyv û kar
Mîna buharê germ û sar
Tîp û hevok li hev civîn
Bi deng û reng li hev banîn
Ji hev xuyabûn spî û reş
Hin melûl û hin xurt û geş
Ji çend tîpên sert û yên nerm
Bi xama zêrîn li ser çerm
Wate rêz dibin serû ber
Bi rengê spî û sor û zer
Tîpên kurdî ji zîv û zêr
Bi zaravan comerd û têr
Pir xweşin çîrok û roman
Gel wêje helbest û raman
Min parvekirin çend hevok
Bi tirazû binyat û kok
Gelek şêrîne ev ziman
Her bijî kurd û kurdistan
Binivîsin bidin xwendin
Gel bi ziman serbilindin
