Bavê Felek:(((helbestvan:Bavê Ronî)))

Bavê Felek

Bilbilê bindestan
Tu sax î
Tu namirî
Her dem di bîr
Her dem di ramanên me de ye..
Ew dengê te
Ew awaz û gotinên te
Bi her zayîna kurdekî re
Ji nû ve vejîn dibe
Dîsa belav dibe
Li her çar barçeyên Kurdistan

*******
Mîna te
Weke te
Tu kes, nehat
Ey xwedawendê
Mûzîka Kurdî
Bila canê te şa be
Cihê te buhişta rengîn be
Sîxur û xefnêr
Tu caran nikare
Ji nirxê te
kêm bike
Nikare te reş bike
Çimkî tu kurdperwer e
Lê ew pîs û noker e

Bavê Ronî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ