
/Bi tenê/
/1/
Bi tenê ..Ez û sawîr
şevbuhêrek me bûrand
sir û seqema şevê
li bejnê Kulav gerand
Barana zivistanê
Şevê hûr hûr dibarî
Dilê reben hat sotin
Bi agirê evînê..
/ 2/
ji min pêve felekê
nedît te kirm dijmin ?
Wê Qedera bê ojdan
derya evînê çikand!!
Bablîsok dorê gerand!!
Kevoka eşqê firand
hêlîna dil hilweşand !!
Bûme pîvdarê rêyan!
Bilbilê ser zinaran
Bûme find ez bûme mûm
bo kulan Rondik barand
Jiyana hêmin stand
Dûr kirim Birca şîtan
Qesir û tac bûn talan
Dîsa dilê perîşan
dima kaniya xeman..
/3/
Dilberê ,kî ye Dilber ?
Şevnema ser pelan e
Şerbet , şêrîn şekir e ..
Xweşik e weke dir e..
Şemamok û gewher e
nav baxan Şitla Ter e
rayê dil ew Dibire..
Bê Rehm û dil kevire
/4/
Rêyan ji te dûr kirim
Şevê xwe li min pêça
Sermayê Ceger sûtand
Kulekên gund vemirîn
Ez û canê bê tawan
Li ber baranê diman!!
Bîranîn ax sar diman..
Bersiva çav ma giryan..
/5/
Sozê Îşev ben qetand
Dexesan sed şûr kêşan
Dilberê xemila ciwan
li mehînê Siwar kir
Bar kir ji nava giyan
Bahozê derî vekir
Heyvê bar kir ji ezman
Tenê Ez û sikakê
bê agirê gur diman
Dilberê naz Dilberê!!
Qey kanî soz û peyman?
Heskirin , dilpêveman?
Dilberê!! Ev e ojdan?
Gotin firot bi erzan!
Tenê man , Ez û baran
Nema kunc û ne eywan!
Himber serma û tofan..
/6/
Qurban !! heye were roj
çira dil pêbikeve?
Xewa xweş qet nereve?
Mizgînvanê dev bi ken wergire sed xelatan ?
Qurban!! heye were roj
Gul Şîn be li Rojava?
Nema roj biçe ava
✍Selam Zehrab
