Şox tiwî: ((( Helbestvan:Ahmed Tahir)))

ŞOX TIWÎ

Dest û tilî,sipî zendê
Rû geşê ji mûm û findê
Tu şepal û şox û rindê
Kevoka di nava gundê

Ser mil şalê reng qesebî
Bin por guharê çelebî
Ahîtab û mahîtabî
Were ev dil bi te şabî

Kember li bejnê badayî
Pora reş ser mil radayî
Li ber dil tu pir buhayî
Di civakê pir hêjayî

Xemla delal,sinc bilindî
Peyv şêrîn û aqil qendî
Keça zana dewlemendî
Bi sed zar û zarav xwendî.

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ