Bûka Buharê:(((helbestvan:Salanê Zerdeşt)))

▪️BÛKA🦚BUHARÊ

Bûka bihar e
Tirs û sar e di damaran de hîkar e,
Welatekî dibîne di şînê de li bar e,
Di dîmenên cengê de bi ar e.

Şer çi çor û hov e,
Xwîn li erdê li nav e
Şervanên liheng û dilşikestî ne
Zêçên xwe li pişt xwe hiştî ne

Erdê bêhna xwe dertîne
Bi tîbûnê ronahiyê radikişîne,
Tîrêjên germ dikişîne
Ji sarsiya hişyarbûnê dişimitîne.

Ronahî û aştî yek tovîn e,
Li ber çavan germ û şîrîn e,
Lê kulîlkên biharê
Pitikên azar ji dayik zayî ne.

Ronahî rûyê mist dide
Erdê sar çi bi nalîn e
Ew hêviyê datîn e,
Bi gulîlkên zûtirîn pişkuvîn e.

▪️Salanê Zerdeşt

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ