
Dûrbûna Ji Dil
Ji Te Dûrim Te Nabînim
Birîna Min Pir Dijwar e
Dil Bi Kulim Bi Ahînim
Dil Bê Te Bê Cî Û War e
Evîndar Tev Bi Hêvîne
Yarên Xwe Ewê Bibînin
Lê’z Bi Tenê Xem Giranim
Rojên Tên Ez Te Nabînim
Di Navbera Min Û Tede
Deryayek Pir Gelek Kûr e
Xem Û Sawir Li Min Pir bûn
Ji Ber Yarê Tu J’min Dûr e
Dev Û Lêvên Te L’Hev Hatî
Zimanê Te Hingivîn e
Awirên Te Dil Biraştin
Herdû Çavên Te Kanîn e
Bawerke ,M’ Tu Helbijartî
Ne Qedere J’Bo Min Hatî
Mandê Me Wê Bi Hevrebe
Tu J’Bo Min Yarê Xelatî
Dr.Barzan Suliman 2000
