Dûrt te:(((helbestvan:Ridwan Yûsif)))

Dûrî te

P : //-/ //-/ //-/ /

-Dûrî te jîn bêreng û bîn xemgîn hejar im
Kûr kir birîn kul tev civîn qîrîn hewar im

-Kovan derîn azar livîn axîn û nal im
Eşq û evîn bûm şêt û dîn çola firar im

-Ev dil te bir hiştim li vir xewna didêrim
Qey dil çikir wa lê te kir êşek şiyar im

-Bêrya te kir canê mi pir xwezya dihêrim
Tû ma li wir dojeh vekir wek pêt û ar im

-Hilda te dest xatir dixwest serxewş û mest im
Hêvî şikest kuştin te hest pêla siwar im

-Helbest mi rist dil pê helist bêpişt û pal im
Dîsa te xist helwest nehişt sêwî li war im

-Hilma te ma sîngam veda tavek giran im
Lê dil çima? ewrek zuha zindî mirar im

-Hêvî li ba sozek neda ez bê giyan im
Derd û xema navam kila mişka li dar im

-Dawya şevê pêjna te tê bêdeng û lal im
Kengî ti bê mîna berê ez bendewar im

-Çavêm li rê destê sibê xilmaş dinêrim
Ev dil erê dana xwedê lê pê nikarim

Ridwan Yûsif
Hesekê

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ