Nexweşî di hinav deye:(((helbestvan: Behcet Osman)))

Nexwešî di hinav deye

Ji xwîna dilan
Sitirî gul dan
ji hêza xwînê
rengên Sor vedan
xaka pûç -ziwa
wê da Glîstan
dara nivîsand
navê Kurdistan
*** *** ***
Çivîk û Bilbil
çêkirin hêlîn
Sozdan dane hev
li wir Mem û Zîn
Tembûr û Bilûr
dan sazê -Evîn
ji Awaz û naz
dîlan dan Nisrîn
*** *** ***
Ew Çem û kanî
xum -xum ji wa hat
pir hînik Kirin
wan dilê welat
jê veniran din
ew pêt û šewat
Xwešî û Šahî
jêr kirin xelat
*** *** ***
Lê Kurmê genî
li hevdû civîn
kolan jêrî dar
ew rayên zêrîn
di navê hêja
çêkirin birîn
pûç û ziwakirin
zû jê firî Jîn
*** *** ***
Bû birakujî
dinav Kur û bav
heyf û mixabin
hevdû dixin dav
ji bîna xunav
xwe dispêrin Tav
dîse qîr û bang
kirin para nav
*** *** ***
Dilšîn deng dike
zumîn di perda
hatiye gotin
bi devê Kurda
Dara geš bi gul
nabê pûç ziwa
ne ku Kurmê wê
Jîn bidê di ra

Behcet Osman

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ