
Çariyê berbake
Çariyê berbake ji qoqê serî
Por ji benda guliya aza derî
Berde li ser rûkê mehweşa perî
Dev keware, higivî ka jê werî
Sînge zome tev li best û meẍerî
Çi zîbaye, dêm gehî û dilberî
Bide fênik li wan zulf û qeterî
Hiş binoşe dê were l`vî meygerî
Çermê nazik xweşik dî û lê nerî
Mafê mine nîne kesek malperî
Ka ber veke min nehêle l`ber derî
Razim di ḧimêza te de şevderî
Xeml û zewda te dizî wî meşmerî
Sed mixabin ew Beko bûn navberî
Derandî mi ji pêxîla sengerî
Ser te werdan sot û soj û azerî
Ha bi fen û fût û rîp û hengerî
Guhestî te ji dest min qelenderî
Min ji xanî qewitandî, koserî
Xelata te, ta bi navê te g`herî
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
