Bibine yek:(((helbestvan: Ibrahîm Cangîr)))

BIBINE YEK
Penceşêrim nav dilê dagirkeran de ez dijîm
Agirek sor û pizotim, hilgurîm ser çav rijîm
Bobelatim nav lepê wan, xweş dizanin ya min e
Ev welat, xak û zevî, her mam weha û pişkujîm
Min vegirt deşt û çiya, gund û şehreyên pir buha
Bûm e şahê vî welatî, roj bi roj ez xweş vejîm
Gogzemîn min rahejand, Firs û Tetar min zû şikand
Şoreş û hem raperînan, dan li pey hev darijîm
Min Mehabad da hebûnê, Mehmedê qazî nemir
Va Bedirxan nav hişê min, jêre vaye gernijîm
Şoreşa şêx barezanî, hêj’ nimûna jê dibim
Rêberê doza welat bûn, ew keda wan pê dijîm
Lê mixabin vaye îro ber piya, bûm wek gewan
Rêberê min tar û marin, lewre va ez tengijîm
Lê çi bêjim pev mijûlin, her eve ya mi d’kujî
Aqil û sewdan serê min de nema, ez hej hijîm
Guh bidêr çerxa felek, û fêr bibin dinyayê her
Gel dibin yek, ezezî barê mi’ bû ez rahejîm
Lê gelo ma nîne rojek, bib’ne yek em jî weha
Bazgera min her ew e, lê ma heye ew roj bijîm
Dev ji hop hopa xwe berdin, bid’ne ser yek rêk û pêk
Çîroka min pir dirêje, bes bibêje ez pijîm

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ