
Ji mirinê pir hezdikim
Çunkî ji jiyanê bê parim
ji derdê wê zare-zarim
li nav bê nav û bê warim
Ji mirinê pi hezdikim
Jiyan ji mir razek kûre
ew Azadî û bilûre
ne Xencere ew ne šûre
Ji mirinê pir hezdikim
Ji ber distom bê hevalim
Ji danê re gul û darim
dawiya karwan bi karim
Ji mirinê pir hezdikim
Xwedî dozim xwedî xakim
Çil Melyonim ne Olakim
Dil bi Kurdistanê šanakim
Ji mirinê pir hezdikim
Ji mirova ez bê mafim
nêçîra pêlan û davim
çimkî wisa ez naxwazim
Ji mirinê pir hezdikim
Mirin bi rûmetî baše
yê ev gotî qet nešaše
j; ber xwe nadim ber šabaša
Ji mirinê pir hezdikim
Ne pošmanim tucar Dilšîn
bê Kurdistan ez navim Jîn
gelê Kurd jî her dibêjîn
Ji mirinê pir hezdikim
Behcet Osman
