
XWEZÎKA
Xwezî min evîn nedîba
bila dil birç û tazî ba
ne li ser eşqê mirî ba
bila bê dostû xwedî ba
Xort û ciwan bûm ey hewar
ez bûme kalekî bê çar
piştî wê ez mam birîndar
hemû ji kul û derdê yar
Divim yarê ji min xweş bê
çav bi kil bê tim rûgeş bê
ji bo eşqa me vegeş bê
dil ne bi evînê reş bê
Divim yara xwe himbêz kim
ez evîna xwe bi hêz kim
ji bo ez kul û keseran
hew di dilê xwe de cêz kim
H.Bavê Hozan
