
☀️ KÊLIYA VEJÎNÊ
Ji ezmên hûrbaran dibare, tavekî benzer e
Û hingor dadirive … Çi xemgîniyek xunav e!
Sirûşt bi tevliheviyek nenas diguvişe…
Jinên olgez, li nimêjê rûniştî ne…
Û rondikan gora pîroz bi xuşînê dihejîne…
Lê bi baweriya pak ez hêvî dikim, tenê yek nîşane …
Ji ber ku wan bi Kurê Mirov re azarî kişand…
Sîrka kelandî, kevirên tariyê,
Azarên belayê, MAZDA’yê ber bi giyanê bilind dike …
Bi pejirandina bêdawî, li ser çongan xwe danîn
Û rûyekî nermîn, lêdanxwarî û bi xwînguvaştî,
Ji striyên mafgeriyê, ji tarîbûna rastiyê!
ZÊTÛNÊN BIHUŞTÊ, di nav naznewaya çiloyan de
Û berberokan, birînan derman dikin…
Tinazên ku di rûyê pîroz de têne avêtin …
XWEDA’yê Herzindî, bi rûmeta XWEDAWEDAN li ezman bû ye…
Û Perîşadan distrên, Jimirinrabûnê her bi rûmet dikin!
Şabûn, îro jî li ezman û li ser erdê, deng dide!
Lê hûn ey mirovperweran, bes we guneh kir…
Çavên xwe vekin, ronahiya li mirovan belav bikin,
Dest ji cançoriyê berdin, pîsino!
Bisotînin, taca ji striyan, ya guneha nifirrê…
Xemgînî biperçiqînin, ya quretiya we ya çor tîmar dike…
Meşa nifirrê rawestînin û baweriya derewan bicivilînin!
Bibihîzin, Srûda Artêşên Ferîşteyî û şadî
Jiyan ku evînê çêdike, û li evînê vedigere…
Xaça Evînê û Rûmeta Dadmendiyê, hembêz bikin!
Û di dema Vejînê de, hûnê tijîbûna herheyî hus bikin …
Mezinahiya Xwedawendiyê hest bikin…
De Evîntiyê biçînin, da ku em tev werin parastin!
🔥 Salanê Zerdeşt
🔻
▪️hingor: ronahiya royê ya ber êvarê
▪️sîrke: ava tirşo
▪️darivandin: herikandin
▪️olgez: baweriya radîkal
▪️mafgerî: heqîqet
▪️naznewa: xemrevîna hûrik, xembarîna hûr
▪️berberok: çîçeka bero
▪️herzindî: nemir, nemrûdî, infinit
▪️bavpîroz: Xwedê
▪️perîşad: ferîşte, perî, melayîket
▪️jimirinrabûn: Qîyamet
▪️cançorî: jiyana bi nifirr û lanet guharandî
▪️çor: nefret, lanet
▪️tîmar: têr kirin
▪️dadmendî: edalet
▪️hus: bibihîsin
▪️hest: sentiments
