Viyana min:(((Helbestvan: Diya Raman)))

‏Viyana min ciwana min
‏Tu sorgul û şîlana min
‏Tu jîn û hum jiyana min
‏Tu rndû şah ciwana min
‏Viyana min ciwana min

‏Ewî rûkê wekî sêva
‏Ronîdare wekî heyva
‏Du sorgulên liser lêva
‏Ciwanî dan jiyana min
‏Viyana min ciwana in

‏Dilêm qurbana wan çava
‏Por û biskên wek solava
‏Ewan zilfê wekî dava
‏Te şahî daye mana mi
‏Viyanamin ciwanamin

‏Bişev pêde di xewnade
‏Tu min digre û bernade
‏Di himbêzê tu dil şade
‏Tuwî roka beyana min
‏Viyana min ciwana min

‏Diya raman

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ