
Nebû bûk ,Nebûm zava
Yaramin bi nav Silava
dilêm; li ser bi lav lava
lê ji derdê herdû bava
em nebûne bûk û zava
Be jev hezkir bi wijdanî
anîn kirasê bûkanî
Kesk û Sor bi perlemanî
Pê šanebûn bûk û zava
Zemawenda xwe kir bi dem
l; Silêmanî biçînin lem
cihê xewê kelha Demdem
lê em nebûn bûk û zava
Bava danî bira kujî
Xwîn ji du canê me rijî
zemawendame ma rijî
û em nebûn bûk û zava
L; navme danîn xet û sînor
Sitirî çandin li hawîr dor
herdû Dila kir bore boe
ji ber em nebûn bûk û zava
Min li çavê wê pir nerî
parçek ji Dilê min birî
me herdiwa danî girî
ji ber em nebûn bûk û zava
Çiya tucar na gihine hev
çendî xwešbin gotinên dev
Dilhiškin , bê bextin ev bav
em nekirin bûk û zava
Evîn l; me bû wek Mem û Zîn
Bek û Ewan danîn birîn
j; derdê Lava bûme Dilšîn
ew nebû bûk -nebûm zava
Behcet Osman
