Welatê me:(((helbestvan:Elî Omer)))

welatê me

Weke bilbilê xemgîn
û birïn dar
Ji hêlîna xwe ya piçûk
ketim hatim xwar
Welatê me di besta tarî
û reş de ye
Dîl girtiye di nav gûrên
har
Sitêr geş nabin di cavê
şevan de
Şad nakin xewnê
belengaz û jar
Buhareke xweş nayête
ser de
Hişk û çilmisîn gul û
çîmen û dar
Wek pîr û kalên bi dar
û kûpal
Pişt qof bejin xûz ber
bi jêr û xwar
Hemî roj li min giran
û dijwar
Her bi gazindim nalîn
û hewar
//Elî Omer//

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ