
Dil qet najît ew dùrî te?
Li dûrî te dil pîvanim
We ku li vir ez mêhvanim
Wek rêwî yê goristanim
Ji bîr nakim tu carî te!
Ji bîr nakim wê pişta xwar
Ku min berda ev cih û war
Ji dûrî yê pir dîn zirar
Gava ku min pişt da ye te!
Gava ku dest ji hev kirin
We ku’b saxî binax kirin
Ken û xweşî ji me birin
Bar giranin çi ez û te?!
Konê kovan vedan li me
Vîna dilan hîna germe
Tîr û xeşim berdane me
Beko ewan dan min û te!
Pergala dil belav be ew
Ji bîr nake vîna xwe tew
Çi bibêje dibe derew
D’bîrêd nîne bêl çavên te!
04/05/2022_Serzorî
