Belengazî:(((helbestvan: Ridwan Yûsif)))

Belengazî

P : -/// -///

-Li min zor kir belengazî
Jiyana min girî gazî
Ne hêvî û ne daxwazî
Tenê bêkes û bêçar e

-Dibêjin ev mirovatî
Bi bejnûbal lihev hatî
Gelek dilsoz û jêhatî
Tenê bo min şevek sar e

-Zivistanek qira girtî
Dilek xemgîn û dagirtî
Li benda kê xwe ragirtî
Tenê bê cî û bê war e

-Ne Qurana xweda gotî
Dilê jara timî sotî
Bi roj û şev li ber cotî
Tenê bêpar û deyndar e

-Çiqas teng kir li min dunya
Li ser pêla li nav derya
Çi dewran bû li min gerya
Tenê winda û diljar e

Ridwan Yûsif
Hesekê

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ