
* EVÎN û DILBÊJÎ
Gelê ku hişmendiya wî bi heyama hezaran salan herikiye wergirtiye.
Dema ku raman bidestxistî di hişê wî de derbas dibe, ew hîn di saliya xwe de mîna zarokekê zemên e.
Ew zarokatiya ramana xwe û kevnariya dilbêjiya xwe dijî.
Bêhna azweriya wî li ser ramana hişê wî serdest e.
Rewş ev e, tevî saliya me yê mezin jî wisa ye.. Em hîn jî wek zarokan di himbêza jiyanê de dijîn.. Em rengên nexşê ji bo hunera evînê ji hev cuda nakin.. Em wê wek lîstikeke li ber çavên xwe dibînin. hay ji nirxa wê ya rastîn nînin.
Em hê zarok in di rengên hunera evînê de.. em wê sade, weke tevneke caw û reng dibînin.. lê di rastiyê de hemû razên jiyanê di evînê de veşartî ne.
Em topgirêka evîna dijwar dijîn.. dermanê wê di sirra vekirina wê topgirêka dijwar de ye.. Û tenê divê em di astek hunerî de bin, da ku kanibin kirasa jiyanê bi tayên evînê bi hunadineke tentenî bixemilînin.. Da ku em kanibin wê kirasê di zemawenda xweyî evînê ya bendewar de lixwekin.. Û bi sebreke hunermendî, dê em dest bi xêzkirina wê û xemilandina tabloya xwe bi firçeyeke rengîn li ser pelek spîgewrîn ya geş, bikin.
Û bi hunereka hûrnazik ji evîna zanînê… Û bi spîpakbûna can û bi rengên herî pakij yên evînê, wê were xêz kirin… Û bi sebreke kûr wê tabloya herî xweşik û çeleng ya jiyanê wê reng bide.
• Salanê Zerdeşt
