
Pênosa min
Pênosa min, min xwe bi te guhertî
Ez mirovim, ne sebetek dev girtî
Bi her hestim, bîr ji xwe bi te wertî
Va guherin, ez û te, min bisertî
Nivîskarê xwe ne guhere, ew bi te
Ne dilsoze bi te re, ew bê bexte
Xwe bîr neke, bibîr nake yê suxte
Wê nezan be, hey bibe kal û kefte
Hey nexwîne bêj û helbest û gotar
Lew negere. gel gelê gund û bajar
Bi dijmin re dij xwe dibe setemkar
Wê bimîne her li paş û giranbar
Dil ne sote, bi perenga şoreşê
Ne werîne ji te mûdama xweşê
Rûpela xwe neke şa, pê dilgeşê
Wê bije tim, di tarî û şeverşê
2009
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
