Perî tiwî:(((helbestvan: Ahmed Tahir)))

PERÎ TIWÎ

Çûm xanikê,qîz û zerî
Di şahiyê min dît perî
Dil û ceger ketin tayê
Dema perî li min nerî

Dîlan gerand wê esmerê
Fistan dirêj,zer kemberê
Sebr û hedan bi min nayê
Ketim destê dêm mermerê

Lêvên tenik,min re kenî
Min got bêje can ezbenî
Got were cem bav û dayê
Dest di dest de germ û jenî

Ew pir li min bûye xwedî
Kevoka di mal de kedî
Hilkişiyam weke bayê
Bav û dê min dîtin zindî.

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ