
Wek ewrekî tarî
Kovan lê dibarî
Ji keseran û axîn
Kew mane bê hêlîn
Dengê gel biraştin
Xwîna wî givaştun
Li me kirin ferman
Derya bûn goristan
Jibîr nabe Alan
Daxa dêmê cîhan
Koçberî dirêj bu
Welat bê sitûn bu
Gelê min şiyar be
Li welat guhdar be
Ew henasa teye
Kembere pişta teye
Ey koçberê dil sar
Vegere nebe xemsar
Hêvî dengê welate
Ew diyar û xelate
Welatê te dîroke
Himbêz bi wî germe
Vegere mane şerme
