
Welat bi sed sala çû?
Min çav berda hilûsa
Ketme tora filûsa
Jiyam bi çav pe’inî yê
Wêranim j’bê namûsa!
Jiyan virt û vala çû
Temen wek yê kala çû
Welat bi sed sala çû
Tîr hatin ji irûsa?
Ne botîn û baydin
Rûm û firengên xayin
Tirk û faris jê mayin
Alazên wan dibrûsa?
Ger daxwaza te nebî
Dinya dostê te nabî
Ger tu şêrê çîya bî
Tê her bijît d’qerpûsa?!
12/05/2022_Serzorî
