
Ez qurban.
Ez vê helbestê, diyarî giyanê jina Kurd ya leheng, Ferînaz Xeserwanî dikim, û her keça Kurd, ku nehişt destên qirêj bighêje guliyên wan, û bûn pakrewanên şan û rûmetê.
Ferînazê
Wa kulîlkek, ji jor darê weşiya
Can bi jor ket, ji bedenê kêşiya
Seranser bû pir zemîn pê êşiya
Ew ê xakê, vexurtî xwîn, noşiya
Ey kulîlka ji nav pelan weriya
Ji ezmanî, yan ji serê baniya
Perestvana rûmeta me hemiya
Destê qilêr, nehişt bighê guliya
Kurde zarî, tu ji tovê Hûriya
Li her derê, ezferê te, fûriya
Wek giyanê te navê te, joriya
Bi qîra te, miletê kurd Qûriya
Ji te zeryê, ar û pereng riviya
Xwîn vexurê te ji ber te reviya
Îro dewran, ser serê wan geriya
Hestê gelan, li cîhanê liviya
Li kewserê gulah danî ser serî
Tu firişte, tu gurciye, tu perî
Canbizara azadiyê, raperî
Evîndara welate tu, dilberî
Ferînazê, ne tenê xwe ji jor xist
Ji dilê gel, rehê tirsê te derxist
Ew neyarê dev bi xwînî pût perest
Ew saya wî te sawa xwe biserxist
2014
Cindiyê Metînî
(Bavê metîn)
