Kezyê bûkê bi hûnin:(((helbestvan:Behcet Osman))

Kezyê bûkê bi hûnin

Civan bidin hev
li hevdû rûnin
Kezyê bûka xwe
pevre bi hûnin
Çar gurzê porê
lev bikin xelek
noq bibin jêre
hûn bê ,bê šûnin
*** *** ***
Çêbikin kilîl
ji gul û Nisrîn
Fîstanek rengîn
Kesk – Sor û zêrîn
rûkê wê bišon
bi Ava Xabûr
Dêmên wê Sorkin
ji Çar dila bi xûn
*** *** ***
Bikin Zenawend
dîlan. û sema
têlê Kemançê
Šakin bi Šima
bi dest û zendan
bi guvêšin xema
ber rengê Azman
Sorbe ji šerma
*** *** ***
Bûkê Azad kin
ji zirbavê pïs
bi zava šakin
Kurt bikin lê Rîs
berbûrî rabin
leylan bi helbest
Dilšîn jî va hat
kes nebêj qesîd

Behcet Osman//Dilšîn Osman//

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ