Welatê me:Helbestvan:Alî Omer

welatê me
welatê me tev bi carek
bûye kavil
ne buharek reng ne jî geş
mane sor gul
xweşî ne man revîn û çûn
man derd û kul
timî jare her tête sotin cerg û dil
mixabin her ji hevre bûne
dav û xefk
hema em yê hez nakin ji
hev bi carek
loma em mane bi hûv mîna
dewarek
ta dijminê dîn bi hêz ew tê te ser mil
nav bera nal û bizmaran de
di nalin
di nav çeravên neyaran de
nûq dibin
bin pêyn nefrtên bixz û kînê
de mirin
timî qar qar û zar zar û çav mane şil
ji ber wan kiryarên qirêj û
yên çepel
her yê belengaz û perîşane
ev gel
yê mirîne hema tenê çav
mane bel
qed nema bi carek geş di bin baxê dil
//Alî Omer//

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ