Bedewiya te sînor derbas kirine:Helbestvan:Bavê Ronî

Bedewiya te sînor derbas kirine
Tu gotin beranberî te
Nema dikarin bi karê xwe rabin
Tu helbestvan nikare pesnê te bide
Ku karibin li ser caniya te mendehoş bibin
Hemû gotin ketine temarê û razan e
Hest û ramanên min jî
Lê bedewê!! mirine û winda ne
Derbirîna zimanê min
Li hemberî te
Mîna gundekî kavilkirî bê jiyan e
Mîna buhareke hişk bê av û bê baran e
Xweda te afirand
Hemû bedewiya Afrînênerên xwe
Di kesyata te û di bejn û bala te de
Sazkirin û komkirin
Te ji asta periyan berztir kir
Lewma li ser te şer û ceng û halan e
Çi qas gotin li ser te, bên gotin
Helbet ev gotin bê mifa ne
Nola te nayê dubarekirin
Nayê afirandin
Piştî te bedewî miriye
Çimkî tu ayetek ji ayatên xwedan e
Bavê Ronî

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

رأيان على “Bedewiya te sînor derbas kirine:Helbestvan:Bavê Ronî

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ