Li ezmanê minî sahî:Helbestvan:عمران شيخو

Li ezmanê minî sahî
Tu ye ronî û ronahî🌺
Tu ye rewşen û bî nahî
Di rojê min tu yî şahî
ji dûr bûna te xemgînim
Ji lewra dil dil orînim🌹
Ezê sebrê ji kur bînim
Weke çûka bê hêlînim
Bi ahînim bi nalînim🌷
Di roja ku te nabînm
Dilê jar hey dilorînim
Heya ku ez te bibînim
Dikim nakim te nabînim
Ji bo dil çare nabînim 🌹
Melûl û jar û xemgînim
Çilo arê xwe vemrînim
Dibêjim vê dilê xemgîn
Bese ahîn bese nalîn 🌺
bese gazin bese qêrîn
Te ezkuştim dilêm yê dîn
بقلم عمران شيخو
❤️🌹❤️🌹❤️🌹❤️

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ