
((( HÛRDEM )))
dema zevî tî dibe çavên xwe Li baranê digerîne ..
dema bilbil ji gerê diweste li ser darekê datîne ..
dema payîz tê babelîsk li nêv çol û beyaran raperînê dikin ..
dema bûhar tê gul û çîçek sema dikin ..
Lê dema ez bêriya herdû çavên te dikim
bi kûranî perdeya şevê diqetînim û aso
bi ser qadêde dibarînim
û sînorên qedexekirî derbas dikim
derbas dikim .
