
Bibûre dayê em jev çûne paş
Ku em nebin yek na gerê êv aş
Desta bidin hev da bin yek lelaş
Rêber û serok xwe nabînin şaş
Ketin ber pêla berî dane kaş
Bûne sed partî mane bê qeraş
*** ***
Yekbûna kurda maf û armance
Gazinda min ji mêrxas û qence
Cidabûn nabê bi al û kince
Hebûna kurda yekbûna pence
Delîv îro hat derfetek qence
Ji dest bernedin nebin wek zince
*** ***
Avakin welat çekdar û xwende
Ma ev cend sale maf maye winde
Xwendin û zanîn bikin yek zende
Derfetê nedin qirak û kunde
Desthilat darkin bajar û gunde
Riya ronîkin bi mom û finde
Bi ramanê nû xweş dibê mande
*** ***
Pênûsa azad wêjeyê serbest
Pêrgî hev bibn wê geş bibn hest
Bi darê zorê em nabin yek dest
Di rêsim peyve ji dilekî mest
Mahmûd bavê dilo
