
Enfal
çar hezar gund talankirin
bi teng û topan wêrankirin
tev ar û tar û markirin
ta bi mizgefta xirakirin
Koştin û mal helalkirin
Heşt hezar Kurd enfalkirin
di helebçade neme never
Kevir nehiştin li ser kevir
bi hezara birin ji vir
Ji hemo dera tev komkirin
Zindan ji me tijîkirin
di girtî xanade ji bîrkirin
neviyê berzanî û kawa
birin biherka û top zawa
Li Neqret Selman û semawa
Li sehrayê groin çêkirin
bi saxîtî em bin axkirin
beldozera wenda kirin
Koştin mendal û Jin û kal
Ji Barzan heta bi xormal
Li me ne hiştin cih û mal
sed û heştê û sê hezar
tev bûne qorban bi yak car
gund û bajar veqetandin
hemo tişt ji vêdê revandin
Ereb li gundê me çandin
Agir li dilê me barandin
Jehir û xerdel li me reşandin
gul nêrgiz çermisandin
çivîk û kew fetisandin
awazê bilbil barkirin
avzin û kehnî komkirin
tiştek li vî warî nehiştin
Xwîna me bi saxîtî miştin
bi sed hezara ji me miştin
bihara welat bicarek koştin
ax li min dayê heware
gelo ma ev çi bihare
ev çi biherke dijware
Fîxan û qîr û hewar tê
bi Ser mede berg û bar an tê
Ji bihna jehrê ketine Tayê
sed heware li min dayê
*********
Şiyar Alyani _1995/7/19 şam
