
ZINDANA EVÎNÊ
Ji bo ku bidestê te ne
Pir ji birînan hesdikim
Şad û bextewerim
Di Şaneşîna eşkence ya te de
Sîne warê nêçîra te ye
lêxe bê jimar lêxe
Xweş zanim tu rimbaz û segvanî
Evîna te xarek kevnare
Di dil de
Av didim bi xwînê
Di parêzim ji bahozê
Da şax bide
sermedî bi mîne
Şûrê awran bê kalane
Can li min kirye serad
Di bin simê hespê axaftinin te
Hest û nestê min têne hêran
Her dîsa pê baweim
Tovê hestê min
Di bin axa evîna te
Bûye zadê kurma
Dîlek bi qidoşim
Di zindana evîna te
v zindan
Li min bax û buhişte
Seyrangih û feraşîne
Hêvîya min her û her
Bimînim di bin
Sitema evîna te
Bizava rizgarî yê
Di hêza şoreşa min de
Winda ye
Tawanbar ezim
Ardû jê ved’şêrim
Belê xweş Tê digihim
Baran ji asîmanê sayî
Nabare
Û bi destê kinojan kelha merdiyê
Ava nabe
Lê bê çarim
Bi evîna te çarpêç kirî me
Piyê min bûne mîx
Di hola eşqa te de
Her weha e jî dixwazim
Desgîr bimînim
Di zindana
evîna te
