Ev azweriya:Helbestvan Dîlawer kurd

Ev azweriya

Ev azweriya ku ez bi şev dibînim ez

wê dibînim di kinc û bîhna
xwe de û di destmalên min de

Ez wê dibînim li ser rûyê destên min hatî boyax kirin

Ez wê dibînim li ser hestên min hatî xemilandin

Ew ê camê di dilê min de bişkîne ez wî bernadim

Ger ji min re bigotana ku ew ê di çend hûrdeman de

Agir bi min bixe, tiştan di çend hûrdeman

De bizivirîne û di nav çend hûrdeman de dîwaran sor û şîn bike

Min ê wî derxista

Xwezî dema ku mêvanek bihata ba min

Bi gulan min ew dorpêç kiriba û xwezî dema ku ew bi girî were cem min.

Dîlawer Kurd.
2021/8/12

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ