
Kul û derdê mi barin bê jimarin
şev û rojan li cerg û dil siwarin
Ditirsim ez dibin de bême xwarê
zivistana xwe neghînim buharê
Gul û derdê dilê min pir giranin
hemû parsû li min birçî didanin
Ji ber kû ez li rastiyê xwedî bûm
tekû tenha li rastê bê xwedîbûm
Çiqwasî ez li şahiyê digiryam
ji wê rêwengiyê vala veger yam
Neçarim ez li gerdûnê neçarim
evîndarê buhar û bê buharim
Ji nû dîsa çiroskek va xuyakir
şev û rewşen ji hevdû va cudakir
Gelo dîsa dikarim xwe b,livînim
û van tîran ji hun dir dil derînim
عمران شيخو
