PEYVBEST :BARAN:HELBESTVAN:Ebdirihman Ebdo

PEYVBEST

Baran
Dibare îşev li bajarê me
Bihna te hildikele can
Ez jî
Dinoşim tenêtiya xwe..!

Lehî
Min dibin hembêza te bîranîn
Dikewim, disojim bê te
Veger
Dilê minê mirî vejîn..!

Tu yî
Gula binevşî li gulistanê
Mest im ji bêhna te canê
Were
Îro dil Dildarê xwe şad bike

Eger
Tu nebî, şevên min dirêj dibin
Di çavên tarîtiyê de
Lalim
Di rawestgeha jînê mame ez

Kubar
Derdê û dermana Dildar tu yî
Xweşiya çavên min tu yî
Dîsa
Dûrî te yê mirî ez im

Ebdirihman Ebdo

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ