Rû keylane:Helbestvan Bavê Metîn

Rû keylane

Ber dilê min, tu gulek pir qeşengî
Rû keylane, pir bi nav û bi dengî
Dil şewatim, ez li ser te nazenîn
Buharên te, bi ezfer û bi rengî

Şewqê bi jen, ji wî rûkê rewşenî
Bide cîhan, ji wan lêvan wî kenî
Tev rewişt û sinciye, gelek narîn
Tê bimîne, dildara min ezbenî

Felat xwazê te welat, her dem û gav
Dermanê te, ev ziman û ronya çav
Ez ê hildim, ew ê ala sê rengîn
Xweş bibare, bi ser me de tu xunav

Tev de mêrg û kaniye, pir bedewî
Ji her derê te vedije, pertewî
Kew li ser lêvên te danî çi hêlîn
Heta kengî bê me dengê wî kewî..?

Li her şah û nuhroj û avdarên te
Di din desthev, gula evîndarên te
Pirbûn avyarên çîçekên çilmisîn
Kirin zozan, heta bi zinarên te

Jîn û jiyan li himber te erzanî
Li gorî te canê minî ciwanî
Ez ê berdim, wan rehên tey werivîn
Xwîna sorî, ji rengê erxewanî

2000
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ