
Min got:wê ji dil?
Min got:wê ji dil
Pir bûn derd û kul
Çav kanî ya kil
Wer mane şil pil?!
Bi girî û ken
Wê kir li min fen
Vedan dav û ben
Girtim wê ji mil!
Girtim hinava
Nakêt bi lava
Nagrêt silava
Hîştim çavê şil!
Hîştim bi tenha
Min kir çi gunha
Ji nod û neha
Yek maye di dil!
Wê xwe dît mezin
Diyar de bazin
War girtim gazin
Wek kurmê qilqil!
Xwar wê hestê min
Gul neda dest min
Guhdar pestê min
Dîtim wek qimil!
Ketim di arvan
Nehîştim mêhvan
Kurm kete qurman
Hîştim bê qaqil!
Hîştim ber birê
Dîsa por kurê
Qîza gawirê
Wek cil kete mil?!
Bû bar û piştî
Li dil rûniştî
Kezî por şiştî
Bû merez û sil!
Ew jana zirav
Xwe berda hinav
Can kire kulav
Arvan bû gilgil?!
21_09_2021_Serzorî
