Gunhê giran p:Helbestvan :Ridwan Yûsif

Gunhê giran

P : //-/ //-/ //-/

Dûrî kerî serjêdibin berx û beran
Keftar û gur rovî li wir dostên şivan

Reşkên şevê hatin ji dûr pez tar û mar
Dar û bilûr bûn kêr û şûr zirt û ziyan

Bêreng buhar tazîne dar bilbil hejar
Payîz li war mest,dîn û har
Koç bû jiyan

Berx û beranên qert guran nayên jimar
Şev bê sitêrk winda dibin xortên ciwan

Bo kê? çima? çawa bikim? dayê hewar
Rojî nimêj lava bikim bêjim xwedan

Mizgeft û dêr laleş girîn bê ol neyar
Rondik li ber ba gindirîn gunhê giran

Destê bira tim jêkirî xwîn bûye av
Yek dê û bav in dê bibin yek dil û can

Kengî ji hev em hezbikin kurdê piyar ?
Axa welat rêzgar bikin em yan neman

Ridwan Yûsif

Hesekê 21 / 9 / 2021

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ