Hemî kêlîyên min:Helbestvan:Mizgîn xelîl

Hemî kêlîyên min
Bi xemgînî derbasbûn
Di kolanên bajarê minî
Bê qudoş re .

Hemî kêlî
Bi hesreta
kêlîyek xweş bû .

Hemî kêlî
Di berîkên xwe de
Dîyariyên xemgîn hebûn .

Wisa min
Tevna temen dirêsa
Bi kêliyên awir tûj
Ta ku min xwe dî
Gemiyek windayi di
Deryaka bê binî de .

Kêlî çûn .
Dem sal çûn .
Temen çû .
Bûne leylanên
Ne dîyar .
Bûne ferhingên
Pirtûkên vala.
Bûne
Ewrên reş di
Asîmanên sayi de .

Ew xwezîyên
Di bexçika min de jî
Pir caran
Li binguhê erdê ketin
Û
Bê bask man .
Ew hêviyên kû
Bi salan aviz man
Ronahî ne dîtin
Û
Her wekî ku
Di goristanek tarî de
Dîl man.

Tenê di bîra min de
Ma
Ew hembêza minî
Havînî ya kû
Di şevek qerisî de
Tû tê de di bû mihvan

Kulên salane
Te bi oxir kirin.
Tenê
Ew kêlî
Xweştirîn nişkevînbû
Di jîyana minî
Bê jîyan de .

‘Mizgîn xelîl’ 26. 9

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ