
Civata me?
Kumik li hev sor kirin
Çavên hevdu kor kirin
Çûn li hev kirin gilî
Dil ji hev bê dor kirin!
Qijû vij û teqe req
Hinek marin hin bûn beq
Şikan din hev dest û şeq
Serê hev bê por kirin!
Pere dan rê bi ser xist
Jin berdan tol bi ber xist
Hevdu kirin kêça d’mist
Yûrte li hev mor kirin!
Li civatan tir û vir
Wan reşan din pere pir
Bûne wek çêlê gawir
Derde li hev qor kirin!
Xelk bi wanda dikî fis
Wan jî bi çêlêda pis
Li civata par bûn hus
Koletî l’xwe qor kirin!
25_09_2021_Serzorî
