Dîlana Birînan:Helbestvan:Ibrahîm Cangîr

DÎLANA BIRÎNAN
Agir bi vê eşqê kevî pêş yar ziman qet na livî
Pêt û şewat nîva dilî xweş tên li dil qet narevî
Qet narevê êşa xedar lîsan di dil de nîne çar
Zanim hebû min yek birîn pir bûn li min va bûn hezar
Dilsare yar hest bê rewa raman ketî nava sewa
Berdestê yarê me hejar ya Reb felat ev dilşewa
Kanî evîn yara delal kombûn li min hizr û mital
Ma rast wisa ye ev evîn carek tu napirsî çi hal
Carek bipirs sebra dila ser dil vemale van kula
Her ez li bindê westiyam carek li min qet na hile
Êş dil civîn hêz min nema winda me nav derya xema
Yasîn li min xwendî Mela êşan li dil girtin sema

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ