
Dêmên Hevrîn
Ji dêmê wê bûye heyv çarde şevî
Ji sibêda rok ji gehyê bişivî
Li ber rûka kulîlka xwe bişkivî
Lêvê Hevrîn ken çiqas pê dikevî
Bi lez hatin segvanê te periyê
Kund û qijal bûn pêşwazê qumriyê
Aştîxswaza welat û xweseriyê
Xak noşandin bi xwîna te zeriyê
Bi çi ayî Hevrînê wa te kuştin.?
Te bi arê kîna dil xwe biriştin
Bedena te bi xwîna te dişuştin
Laş pirtikî li aranê te hiştin
Bûka welat tu hêjayî delalê
Xêlîvana te rapêça bi alê
Bû mêvana buhiştê tu hevalê
Pekrewanê na tu naçe ji balê
Cindiyê Metînî
(Bavê Metîn)
