Qamişlo:Helbestvan:Mizgîn Xelîl

Qamişlo

Qamişlo bûka rojava
Xweziya dil û reşka çava
Divim li ser te binvîsim
Te bixemlînim bixweş nava

Qamişlo tû tenê yarî
Bi ter xweşe evîndarî
Ji te dûrim xewna mine
Bêm tewafa te sed carî

Gelek şêrînî şarê min
Şûna kêf û henekê min
Eşqa te kûr û dijware
Digere di demarê min

Bi min xweşe hembêza te
Serî deynim ser singa te
Mîna lavlavkê bibêçim
Xwe li dor bejn û bala te

Bajarê min ji te dûrim
Buhişta min birîn kûrim
Bi qîrû ax û firyadim
Her dinalim wek bilûrim

Sor gula hemî bajara
Zanim mayi dibin bara
Hawir dor gur û keftarin
Te dixwazin bi hezara

Te nadim kesî dilêrê
Kû dijmin hestî bihêrê
Biskek ji porê te nadim
Ger ezmanê jor bê jêrê

Mizgîn xelîl 13 .10

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ