Dê bihêlin:Helbestvan Ridwan Yûsif

Dê bihêlin !

Westiyam
Ez …
Ji vê jiyanê
Tenê..
Bihêlin bêdeng
Ez…
Bi koça dawî
Şa bibim
Dûrî…
Xirecira…
dunyaya derewîn
Bê…
şûştin û kefen
Bê…
Nimêj û darbest
Bê…
Konê şînê
Û…
Hêsirên xapînok
Û bê… û bê…
Dê bihêlin !
Bera…
Bizotên di hinavê min de
Baş…
Laşê min bişewitînin
Û…
Agir lê hilor bibe
Bera…
Dunya pê germ bibe
Piyalan vexwe
Û…
Govenda mest bigerîne
Taaaa…
Komira hestiyan sar bibe
Dê bihêlin !
Bera…
Bayê payizê
Bi pelên zer re
Ber bi asoyê windabûnê ve
Xwelîya giyanê min
Dûr belav bike
Bê gor…
Bê şop…
Bi rewrewka jibîrkirinê re
Nemîne
Dê bihêlin !
Tenê ev e
Daxwaza sêwiyekî
bê welat e
Tenê ev e
Xewna welatekî
Bê xwedîye
Dê bihêlin !
Dibe rojekê
Bi bayê sibehê re
Ji buhark bibext
Bîna min bifûre
Dê bihêlin !!!

Ridwan Yûsif
Hesekê 30 / 10 / 2021

نُشر بواسطة مجلة خيمة الأدب في روج افا

كاتب

أضف تعليق

تصميم موقع كهذا باستخدام ووردبريس.كوم
ابدأ